QSD: Li gundewarê Hesekê û Dêra Zorê 6 çete hatin girtin

QSD’ê 6 çeteyên DAIŞ’ê ku berpirsê sûcên qetilkirin û çandina mayînan e, li gundewarê Hesekê  û Dêrazorê girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê de ku li ser rûpela xwe ya twîtterê belav kiriye ragihand ku wan bi desteka hawayî ya Koalîsyona Navneteweyî du operasyon li dijî şaneyên DAIŞ’ê li dar xistin.

Li gorî daxuyaniyê, operasyona yekemîn li herêma El-Hewayîc a gundewarê Dêrazorê û ya din li bajarokê Mergeda yê navçeya Şedadê ya gundewarê Hesekê pêk hatin.

QSD’ê ragihand ku di encamê van her du operasyonan de, 6 endamên şandeyên DAIŞ’ê ku berpirsê pêkanîna qetilkirin û çandina mayînan e hatin girtin, her wiha rêjeyek çek, cebilxane, madeyên teqemeniyê û miqdareke mezin a pere li gel wan dîtin.

Back to top button