Koçberên Girê Spî: Dosyaya deriya di siyasetê de bikar tînin

Koçberên li Kampa Girê Spî, bikaranîna dosyaya deriyan di siyasetê de, şermezar kir.
Koçberan bang kirin ku mekanîzmayek bê dîtin, ji bo ku alîkariyên mirovî bigihêjin hemû herêmên Sûriyeyê.

Koçberên li Kampa Girê Spî derbarê mijarê de axivî..

Koçberê bi navê Feysel El Mihemed da zanîn ku desteak navneteweyî , gelekî şermok e û têrê nake û got:

Rêxistinên ku çavdêriya destekê dikin, alîkariyan kêm didin.

Divê hêzên navneteweyî li gorî qanûnên navneteweyî destwerdanê bikin ..

Koçberekî din ji aliyê xwe ve got:

“Piştî em koçber bûn, me jêdera quta xwe ji dest da.

Êdî nikarin pêdiviyên xwe yên pêwîst bikirin.”

Rêxistin guh nadin halê me. Tenê dibêjin ku daxwazên me qeyd kirine.

Divê deriyên mirovî û xêrxwaziyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên vekirin ji bo ku rewşa me baş bibe.”

Li aliyekî din rêveberiya kampê hewl dide pêdiviyên pêwîst ên koçberên kampê mîna av û nan peyda bike.

Back to top button