PAJK’ê ji bo şehadeta Raperîn Amed daxuyanî da

Koordînasyona PAJK’ê ji bo şehadeta Raperîn Amed daxuyanî da.
PAJK’ê dibêje: ”Hevrê Raperîn yek ji milîtan xurt û pêşeng ên tevgera jinê bû.
Partiya me ya azadiya jinê wê hevrê Raperîn ti carî ji bîr neke.
Û wê ji bo me bibe hincet ku têkoşîna xwe geş bikin û hesab ji dijmin bipirsin.”

Koordînasyona PAJK’ê têkildarî şehadeta Raperîn Amed daxuyaniyek da.

Koordînasyona PAJK’ê anî ziman ku Raperîn Amed ji milîtanên pêşeng ên tevgerê bû û got:

PAJK: Hevrê Raperîn ji bo azadiya civakê gelek ked da

”Hevrêya me Raperîn yek ji milîtanên cewherî, xurt, bi îdîa û pêşeng a tevgera me ya jinê bû.

Di mijara azadiya jinê de bi îdîa bû, di pêşvebirina têkoşîna jinê de keda xwe gelekî mezin bû.

Li hemberî bêîradebûn, lawazî û bêçareseriyê timî bi hêrs bû.

Hevrê Raperîn ji bo îradeya jinê bi pêş ve biçe bi hemû hêza xwe têkoşiya.

Ji bo civak azad bibe û bibe xwedî sîstemeke demokratîk, yek ji wan hevrêyan bû ku gelekî ked da.

Heta dema ku şehîd dikeve, ji bo vê erka xwe bi cih bîne li ser karê xwe bû.”

PAJK: Dixwazin şoreşa bi pêşengiya jinê bi bin bixin

PAJK’ê balkişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrişên Tirkiyê û ev tişt anî ziman:

”Dewleta Tirk a faşîst beriya her tiştî êrişî milîtanên pêşeng ên têkoşîna me ya azadiya jinê dike.

Û hewl dide ku bi rêbazên herî hovane û tirsnak şerê azadiyê yê jinê bitepisîne.

Hêzên navneteweyî li şûna ku dewleta Tirk darizîne, piştgiriyê didê û rê jêre vedike.

Bi vî rengî hewl didin ku şoreşa bi pêşengiya jinê bi bin bixin.”

PAJK: Wê partiya me hevrê Raperîn ti carî ji bîr neke

PAJK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê Ş. Raperîn ti carî neyê jibîrkirin û ev soz da:

”Partiya me ya azadiya jinê PAJK wê hevrê Raperîn ti carî ji bîr neke.

Hevrêya me Raperîn wê ji bo me bibe hincet ku têkoşîna xwe geş bikin û hesab ji dijmin bipirsin.”

Back to top button