Jinên Êzidî li dijî peymana Bexda û PDK’ê daketin qadan

Nerzaîbûnên li dijî peymana di navbera PDK’ê û Hikumeta Iraqê de ya li ser Şengalê her diçe zêde dibe.
Jinên Şengalê bi meşekê peymana ku li dijî vîna xelkê Şengalê hatiye kirin, şermezar kirin.
Xelkê bajaroka Xanesorê jî nerazîbûn nîşanî peymanê dan û diyar kirin ku ew vê peymanê qebûl nakin.

Roj bi roj hêrs û bertekên li hember peymana Bexda û PDK’ê ya li ser Şengalê zêdetir dibe.

Ev biryar di gelên kurd de, taybet jî civaka êzîdî de hêrsek mezin avakiriye.

Ji bo şermezar kirina vê peymanê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî, xelkên Şengalê daketin qadan û peyman bi meşekî şermezar kirin.

Meşa ku ji ber şaredariya Gel a Bajaroka Sinûnê destpê kir heta rêya gundê Kersê berdewamkir.

Piştî meşê daxuyan hate dayîn û hate gotin ku ew biryarên bê vîna wan qebûl nakin.

Meclîsa Xanesorê: Em vê planê qebûl nakin, xweserî mafê me yê rewaye

Bi heman armancê Meclîsa Gel a Xanesorê ya bi ser Şengalê jî bi daxuyaniyeke li dijî peymana PDK û Bexdayê derket.

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew peymana di navbera hikûmetên Iraq û PDK’ê de hatiye îmzekirin qebûl nakin û got:

Ev peyman biryarek siyasî ye û li dijî berjewendiyên xelkê Şengalê ye.

Lewma em ti biryarên li derveyî îradeya Şengalê qebûl nakin.

Em bi ti awayî qebûl nakin mafê Êzidiyan di destura Iraqê û yasayan de ji nedîtî ve were.

Em wek xelkên Şengalê dixwazin xwe bi xwe rêvebibin û xwe bi xwe biparêzin, ev yek mafê me yê rewa ye.”

Di daxuyaniyê de bang li xelkên Şengalê yên derve jî hate kirin ku vegerin li ser axa xwe û bi hev re Şengalê avabikin.

Back to top button