Rêveberiya Xweser: Em ê biryara 119 di ber çavan re derbas bikin

Piştî nerazîbûnên gel li ser biryara 119 a bihabûna nirxê sotemeniyê, Rêveberiya Xweser ragihand ku, ew ê îro vê biryarê careke din di ber çavan re derbas bike.

Li gorî malpera Rêveberiyê, Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid gotiye, ji bo pêkanîna daxwazên gel, ew ê îro çarşemê civîneke awarte li dar bixin û biryara 119 careke din di ber çavan re derbas bikin.

Berî du rojan Rêveberiya Xweser nirxê hemû madyên Sotemeniyê ji Mazot, Xaz û Benzînê bilind kirin û hişt ku nerazîbûneke mezin di nava gelê herêmê de çêbibe.

Back to top button