Li Difa Xerbî û Qudisê di Çalakiyên “Roja Xezebê” ya Filistînê de 4 welatiyên Filistînê hatin kuştin û zêdeyî 1400 kesî birîndar bûn.
Duh li ser banga rêxistinên Filistînî li Difa Xerbî û Qudisê li gelek cihan meş û çalakiyên cûda hatin lidar xistin.
Ev meş û çalakî veguhezîn şer û pevçûn di navbera xwepêşanan û hêzên Ewlekariyê yên Israîlê.
Wezareta Tenduristaiyê ya Filistînê ragîhand ku duh di encama şer û bûyerên di navbera hêzên Ewlehiyê yên Îsraîlê û xwepêşandan de 4 filistînî hatin kuştin û zêdeyî hezar û 400 kesî birîndar bûn.
Wezareta Tenuristiyê destnîşan kir ku di nava wan de zêdeyî 202 kesan bi guleyan birîndar bûn e.