Gundên Şêra, Şêrewa û Minbicê hatin topbarankirin

Artêşa Tirk û komikên xwe yên çete cardin êrîşî herêmê kirin û gundewarê navçeya Şêra kirin armanc.

Artêşa dagirker vê sibê dîsan gûndên Merenaz, Malkiye, Şiwarqa û kela Şiwaraq an navçeya Şêra topbaran kir.

Artêşa dagirker di heman demê de gundê Soxanek, Bene, Kulit, Meyas û navçeya Şêrewa jî topbaran kir.

Duh dawiya şevê jî artêşa dagirker duh derengiya şevê gundên Hoşeriyê û Catê yên Minbicê jî topbaran kirin.

Back to top button