Li Arjantînê şewat..Di 4 rojan de, herêmeke 80 hezar hektar ziyan dît

Li Arjantînê şewata li daristanan heta niha ne hatiye vemirandin. Di nava 4 rojan de, ji ber şewata li eyaleta Chubut ziyan li herêmeke nêzî 80 hezar hektarî bû.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Arjantînê Telamê ku agahiyê xwe spartiye çavkaniyek rêveberiyê, ji ber şewata 4 rojan li nêzî herêma Puerto Madrynê bi bandor e, ziyan li herêmeke 80-90 hezar hektarî bûye.

Ji ber şewatê gelek ewrên tozê çêbûne.

Bayê ku bi şev li herêmê bi bandor bû, vemirandina agir zehmetir dibe.

Tîmên agirkujiyê diyarkirin ku îro li herêmê şewatek aktîf nemaye, lê ew ji bo tedbîrên li hember îhtîmala ku careke din agir dest pê bike xebatên xwe didomînin.

Li gorî daneyên Wezareta Jîngeh û Pêşveçûna Domdar, şewata çalak a daristanan li eyaletên Neuquen, Chubut, Rîo Negro yên li başûrê welat û li eyaleta Salta ya li bakur dewam dike.

Di sala 2021ê de li welat zêdetirî 300 hezar hektar erd ji ber şewata daristanan ziyan dît.

Back to top button