Li gundewarên başûrê Idlibê, hêzên hikumeta Şamê deverên çeteyên dewleta Tirk ya dagirker bi dijwarî topbaran kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bajaroka El-Bare yê li Cebel El-Zewiyê yê gundewarê başûrê Idilbê bi moşekan topbaran kir.
Di encamê de sivîlekî hat kuştin.
Çavdêriyê da zanîn ku îro hêzên hikumetê deverên çeteyên dagirkeriya Tirk yên Fitêra, El- Bare û Filêfil li gundewarê başûrê Idlibê bi dijwarî topbaran kir.
Duh piştî nîvê şevê jî hêzên hikumetê deverên li Sehil El-Xab yên li başûr û rojhilatê Hemayê topbaran kir.