“Rûsya her çendî bide xuyakirin wê Sûriyê biparêze, li ser erdê tiştek nîne”

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd dibêje “dewleta Tirk êriş û gefên xwe yên li dijî herêmê didomîne, lê em bi stratejî û taktîkên nû yên şer ji êrişên gengaz re amade ne.”
Nûrî Mehmûd da zanîn her çendî Rûsya bi ceribandên leşkerî wisa bide xuyakirin ku wê Sûriyê biparêze, ev yek ne ji bo çareseriyê ne.
Nûrî Mehmûd bang li gel kir ku her dem ji bo rûdana şerekî gengaz amade bin.

Li dijî herêmê gefên nû yên êrîşkirinê ji aliyê dewleta Tirk ve, tên xwarin..

Berdevkê YPG Nûrî Mehmûd der barê van gefên dewleta Tirk de ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Nûrî Mehmdû dibêje demek e Rûsya bi ceribandên leşkerî dide xuyakirin wê Sûrî biparêze û nehêle êriş çêbibin, lê di rastî de rewşeke wisa tune ye.

Nûrî Mehmûd diyar kir ku hêzên mezin ên mîna Rûsya heta niha ji bo çareseriyeke siyasî ti gav neavîtine.

Nûrî Mehmûd: Em ê gelê xwe li gor taktîk û stratejiyeke nû biparêzin

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku wan ji şerê Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê tecrube girt û li gor wê taktîkên nû diyar kirine û wê gelên xwe biparêzin.

Nûrî Mehmûd: Divê gel xwe ji bo jiyaneke azad û birûmet amade bike

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmud bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku di her demê de ji bo şerekî gengaz xwe amade bikin.

Back to top button