Helîkopterên şer ên artêşa Tirk, hewl dan êrişî qadên herêma Zapê bombardiman bike, lê gerîllayên HPG’ê rê nedan û bi çalakiyeke darb li helîkoptera artêşa Tirk dan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rewşa şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniya rojane da û ev agahî bi raya giştî re bi parve kirin:
Êvara 4’ê Mijdarê li herêma Zapê, helîkopterên şer ên artêşa dagirker dixwestin bombeyan li qada Tîpa T bibarînin.
Lê di encama çalakiya gerîlla de, derb li helîkoptereke êrişê hat xistin.
3’ê Mijdarê li herêma Zapê, qada Şehîd Cûdî û sibeha 4’ê Mijdarê jî qada Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hatin bombardumankirin.
4’ê Mijdarê li herêma Zapê, qadên Girê Şehîd Simko û Karker bûn armanca êrişa balafirên şer.
Heman rojê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li qada Werxelê ya Avaşînê barand.in
Li herêma Xakûrkê jî 4’ê Mijdarê qadên Girê Şehîd Şerîf û Sinînê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombardumankirin.