25 hezar bermîlên mazotê bê-pere li şêniyên Efrînê belav kir

Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Efrînê 25 hezar bermîlên mazotê bê-pere li şêniyan belav kir.

Hevserokê Desteyê Ebdulhenan Mamo anî ziman “ji bo her malekê 200 hezar lître mazot hat dayîn.

Her wiha da zanîn ku heman rêje wê di destpêka sala nû de jî li ser şêniyan were belavkirin û ev got:

”Ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye hişt ku nirxê her bermîlek mazot 200 dolarî derbas bike”.

Dawiyê Mamo bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bo rakirina ambargoyê destwerdanê bikin.

Back to top button