Şîrovekarên siyasî yên Iraqî diyar kirin ku ti hincet nîne ku dewleta Tirk destdirêjiyê li Bakurê Iraqê bike.
Şîrovekarê siyasî yê Iraqî, Aqîl El-Taayî anî ziman ku destwerdana di bakurê Iraqê de heman siyaseta Osmanian e û got:
”Destwerdanên Tirkiyê di gelek dewletan de mîna Sûrî û Lîbya û Azerbîcanê li ser daxwaza Erdoganê Osmanî ye”.
Her wiha şîrovekarê Yunis El-Kaabî jî tekez kir:” Tu hincetên destdirêjiya dewleta Tirk a li Bakurê Iraqê tune ne.
El Kaabî detnîşan kir ku armancên Tirkiyê di bakurê Îraqê de hene ku rojane hemû deverên herêma Kurdistanê bombebaran dike û li hemberê jî hikumeta Îraqê bêdeng dimîne.
El- Kaabî bang li dezgehên ragihandinê kir ku sucên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê derxînin da ku her kes wan kirinan bibîne.