Meşa ciwanên herêma Firatê di roja 2’yan de ye

Duh ciwanên herêma Firatê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla dest bi meşa dirêj kir. Meş îro di roja 2’an de ye.

Meş duh bi slogana “Berxwedan dirûşma me ye, azadî mafê me ye” dest pê kir.

Ciwan ji gundê Têrî heya gundê Şêranê meşiyan û îro jî wê ji gundê Şêranê heya Kobanê bimeşin.

Ciwanên ku tevlî meşê bûne diyar kirin ew ê li dijî êrişan têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button