PKK: Sala 43’an wê bibe saleke têkoşîna mezin û destketiyan

Li ser damezrandina fermî ya PKK’ê re 42 sal derbas bûn. Gelê Kurdistanê ku roja damezrandina PKK’ê ji bo xwe weke roja vejînê dibîne bi pêşengiya PKK’ê dikeve sala 43’emîn ya têkoşîna azadiyê.
Komîteya Navendî ya PKK’ê derbarê salvegera damezrandina PKK’ê de daxuyaniyek da û diyar kir sala 43’an a PKK’ê wê bibe sala têkoşîna mezin û sala têkçûna faşîzmê.
PKK’ê bang li herkesî kir ku bi xurtî tevlî pêngava berxwedanê ya ‘Dema Azadiyê’ bibin.

Komîteya Navendî ya PKK’ê bi boneya salvegera 42’emîn a damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da.

PKK’ê 27’ê Mijdarê Roja Avabûna Partiyê, Cejna Vejîna Neteweyî li Rêber Ocalan, şehîdan, gerîla û hemû gelê kurd pîroz kir.

Komîteya Navendî ya PKK’ê diyar kir ku Amerîka, dewleta Tirk û PDK bi awayekî eşkere diwaze rastiya Rêbertî û PKK’ê ya ku 42 salan derketiye holê bi komployeke nû ji holê rakin û got:

“Ev hêzên navborî ji bo komploya navneteweyî nû bikin, bi êrîşan dixwazin li Bakur îmhayê, li Rojava û Başûr jî dagirkeriyê bike.”

Bi vê êrişa faşîst-qirker a topyekûn ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê kiriye navenda xwe, xwestin ku rastiya Rêber Apo û PKK’ê bêbandor bikin û ji holê rakin.

“Li ser vê bingehê hate xwestin ku Kurdîtiya azad bê tunekirin, êrişa qirkirina Kurdan ku sed sal in bi rengekî plankirî tê meşandin, bi ser bixin.”

PKK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de daxuyakirin ku têkoşîna Rêber Ocalan, gerîla, jin û ciwanan taybet jî têkoşîna Cenga Heftanînê derbên giran li dagirkeran xistin û heta radeyeke vê planê vala derxistine.

PKK’ dazanîn ku hêzên komploger bi peymana Şengal û şandina PDK’ê ji bo qadên gêrîla, dixwazin Pêngava KCK’ê vala derxînin û wiha dewam kir:

“Tifaqa DYE, dewleta Tirk û PDK’ê êrîşa bi navê ‘Peymana Şengalê’ aniye rojevê û hewl dide hêzên çekdar ên PDK’ê bişîne ser gerîlayên me.
Bi provokasyoneke wisa û bi bikaranîna hêzên PDK’ê dixwazin pêşiya pêngava me ya ‘Dema Azadiyê’ were girtin, faşîzma AKP û MHP’ê ji hilweşandinê were rizgarkirin û temenê wê were dirêjkirin.”

PKK’ê eşkere kir ku ev provokasyon û hewldan vala ne û wê negihêjin encamê.

PKK’ê diyar kir ku ewê bi pêngava berxwedanê ya şoreşger a di sala 43’an a PKK’ê de teqez faşîzma AKP û MHP’ê hilweşînin û li parçeyên din ên Kurdistanê jî dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bikin.

PKK’ê bang li her kesî kir ku tevlî nava pêngava berxwedanê ya ‘Dema Azadiyê’ bibin, berxwedanê li her derê belav bikin .

Back to top button