Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li seranserî herêmê çalakî tên li darxistin. Di vê çarçoveyê de endamên Navenda Çand û Hunerê yên Minbicê daxuyaniyek dan û soza têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan da.
Hevseroka Navenda Çand û Hunerê Roz Ishaq bi beşdariya endamên saziyên jinan daxuyan xwend û got,
Ji ber ku jin destketî û serketinan bi dest dixin, tundî li hemberî wan tê meşandin.
Ji ber ku dema jin dixebitin û xwe bi pêş dixin, rastî astengî û keleman tên.
Jinan di daxuyaniyê de bang li jinên azadîxwaz kir ku li ber xwe bidin û di hemû qadên civakê de bibin pêşeng.
Jinan spasiya Rêveberiya Xweser kir ku ji bo parastina jinan û xurtkirina rola wan di civakê de kar û xebatê dike.
Piştî daxuyaniyê şanoyek bi navê “Em bi bin nekevin” hat pêşkêş kirin û di şanoyê de îşaret bi tundiya li ser jinan hate kirin.