Endamê Desteya Rêveberiya PYD ê Aldar Xelîl jî rişên dawî yên artêşa Tirk a dagirker şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş berdewama qirkirina gelê Kurd û siyaseta têkbirina vîna berxwedana Kurdan e .
Aldar Xelîl dest nîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide aramiya li Şangal têk bibe û bê ewle bike, da ku şêniyên wê yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ ê koçber bibûn,venegerin.
Aldar Xelîl her wiha diyar ji ku divê hêzên Kurdistanî û gelê li hundur û derveyî welat li dijî van êrîş û siyasetên qirkirinê rabin û helwestê nîşan bidin.