Nivîsgeha Têkiliyan a QSD`ê ya herêma Minbic, Reqa û Tebqayê civînek ji şêx û rûspiyên êlên herêmê re li dar xist.
Di civînê de endamê Fermandariya Giştî ya QSD`ê Çiya Firat axivî û girîngî da hevgirtina gelê herêmê û sekna wan li rex QSD`ê li hember êrişên dagirkeriya Tirk û got:
Hemû kesên bi dagirkeriyê re didin û distînin û pê re li dijî gel û axa herêmê kar dikin, wê werin girtin.
Her wiha Çiya diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser asta leşkerî, siyasî û heta îstixbaratî jî bibin ket û nekarî vîna hevbeş a gelê herêmê û hêzên wê yên leşkerî têk bibe.
Çiya Firat di dawiyê de bang li êlan kir ku hewldanên xwe zêde bikin û tevlî xebatên pêşxistina herêmê ji hemû aliyan ve bibin.