Jinên kantona Hesekê: Em hêz ji fikr û felsefeya Rêber Ocalan digirin

Jinan li kantona Hesekê diyar kirin ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kilîta çareserkirina hemû pirsgirêkên civakê û rizgarkirina pêkhateyên civaka demokratîk e.

Kongra Star a Kantona Hesekê gelek nameyên ku ji rêber Ocalan re ji aliyê jinên kantona Hesekê ve hatine nivîsandin, kom kirin.

Kongra Star di çalakiyê de daxuyaniyek da û tê de teqezî bi berdewamkirina têkoşîna jinan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir û gotin:

“Rêber Ocalan ne tenê kilîta rizgarkirina pêkhateya kurd û jinên kurd e, lê belê kilîta rizgarkirina hemû pêkhateyên civaka demokratîk e.

Em jinên pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, asûr, suryan û ermen ên bi hev re dijîn diyar dikin ku azadiya rêber Ocalan, azadiya jinan e.

Bi rizgarkirina rêber Ocalan, dê hemû pirsgirêkên li civakê çareser bibin.

Em soz didin ku heta pêkanîna azadiya fizîkî ya rêber Ocalan li ber xwe bidin.”

Back to top button