KARAYILAN: SALA NÛ JI BO KURDAN A HERÎ GIRÎNG PLATFORMA TÊKOŞÎN Û PIŞTEVANIYÊ YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrd Karayilan diyar kir ku sala 2019’an ji bo Kurdan a herî pêwîst; platforma têkoşîn û piştevaniyê ye..

Karayilan hişyar kir ku eger ev yek biser nekeve, wê bi kêrî armanca mêtingeran were.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan, têkildarî armancên tevgera azadiya Kurdistanê yên sala 2019’an ji ajansa Firatê re axivî.

Mûrad Karayilan bi bîr xist ku tevgera azadiyê sala 2018’an li dijî êrîşên dewleta Tirk ên qirker li ber xwe da û wiha got:

Eger ji kêmasiyên sala 2018’an dersên pêwîst û encamên rast bê derxistin, wê paşeroja me serkeftî be. Ji ber wê lazime em gerîla ji binî ve nû bikin. Ev erka me a bingehîn e. Ji xwe ev armanc demeke di rojeva me de ye.

ERKA ME YA SEREKE JINÛVEAVAKIRINA GERÎLLA YE

Karayilan li ser hîmên bingehîn ên projeya jinûveavakirinê agahî dan:

Ya yekemîn li ser rêbaza liv û tevgerê ye.

Di vî warî de wê guhertineke bingehîn bê kirin.

Xaleke din a girîng, feraseta bicihbûnê ye ku wê guhertin lê bê kirin. Ev jî wê giraniyê bide rêbaza nû şer a gerîla.

Wê yekîneyên gerîla yên pispor bên avakirin û teknolojiya serdemê were bikaranîn.

Karayilan peyam da ku ji niha ve diyar e ku 2019 wê bibe sala berxwedan û şerekî mezin û wiha dewam kir:

Bi taybet li Kurdistanê sê salên dawî, di navbera dewleta Tirk a qirker û hêzên Têkoşîna Azadiyê de şerekî giran qewimî.

Encama derket holê ew bû li li dijî êrişên topyekûn, hêzên têkoşîna azadiyê xwedî îdîayeke mezin e…

HÊZÊN MÊTINGER LI DIJÎ GELÊ KURD BÛNE YEK

Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk ji bo gelê Kurd bê statû bimîne, hemû hêz û derfetên xwe bikar anîn û wiha got:

Mîna Lozanê, hêzên mêtinger hemû, li gel nakokiyên xwe jî bi vê armancê bûn yek.

Li hemberî van hewldanan tiştek xerab ew bû ku Kurd nekarîn lihev bicivin û bibin yek.

Êrişa dagirkeriyê ya li dijî Efrînê, siyaseta dewleta Tirk raxist ber çavan.

LI ŞÛNA HEVKARIYÊ BI DEWLETA TIRK RE DIVÊ HÊZÊN KURD BIBIN YEK

Karayilan bi domdarî ev tişt anî ziman;

Demeke dirêj e rêveberên rêxistina ENKS’ê ya ji Rojava li Stenbolê xwedî dikin. Ev kes niha bi dewleta faşîst re tevdigerin.

Piştgirî dan dagirkirina Efrînê. Li bendê bûn ku piştî ketina Efrînê, wê dewleta Tirk wan bike desthilatdar.

Lê belê, tevî ewqas nokerî û hevkariyê jî, dewleta Tirk bi qasî serê derziyê cihek neda wan. Ev rêxistina ku qaşo Kurd e, bi kar anîn.

Di serî de hêzên Başûrê Kurdistanê, li şûna hevkariyê, divê ji bo avakirina platformeke netewî ya hevpar bibin alîkarî.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan işaret bi berxwedana civakî ya li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan kir û ev tişt anî ziman;

Sala 2019’an bi berxwedana çalakgerên gireva birçîbûnê dest pê kiriye. Bi xurtkirina têkoşînê li her qadê, em ê karibin bersivê bidin berxwedana Rêber Apo û dawî li faşîzmê bînin.

Leave a Reply

Back to top button