Bertekên li dijî girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven 

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhialtê Sûrî li Hesekê, girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven şermezar kir û diyar kir ku pêwîstiya vê demê bi bilindkirina têkoşînê heye. 

Di vê çarçoveyê de, Kongira Star, rêxistina jinan di partiya yekîtiya demokratîk PYD’ê û Yekîtiya jinên ciwan li meclisa Red Şeqra ya li bajarê Hesekê, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Rêxistinan girtina Leyla Guven şermezar kir û balkişandin li ser girîngiya yekîtiya kurdî.

Bi navê rêxistinan endama yekîtiya jinên ciwan Merwe Salih daxuyanî xwend û ev tişt got:

Dewleta Tirk a dagirker li rex êrîşên xwe, kiryarên xwe li dijî jinan zêde kiriye.

Li dijî hemû êrîş û kiryaran, pêwîste em têkoşîna xwe bilindbikin.

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûrî herî dawî bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan ên cîhanê kir ku li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî jinên Kurd bisekinin.

Back to top button