Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de ye

Girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de bi birayar çalakiya xwe ya grev birçîbûnê didomînin û çalakî ket roja 38’an. Çalakiya grevê ya li wargeha Mexmûrê jî di roja 17’an de ji aliyê koma 9’an ve hate dewr girtin.

Çalakgeran bang li gelê Kurd kirin ku ji bo azadiya Rêber Ocalan rabin ser lingan.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ên di girtîgehên dewleta Tirk de ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan hatibû destpêkirin di roja 38’an de ye.

Çalakiya grevê bi koma 8’emîn didome û girtiyên siyasî di çalakiya xwe de bi biryar in.

 

Li Mexmûrê koma 9’emûn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 

Ji bo piştgiriya berxwedana zindanan bi pêşengtiya jinan li wargeha penaberan a Mexmûrê jî çalakî hatibû destpêkirin û çalakî di roja 17’an de ye.

Îro koma 9’an bi merasîmekê çalakî dewir girt û têde endama koordînasyona Meclisa Îştarê Nuran Sezgîn axivî.

Nuran Sezgîn hersa jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fidan Doxan û Leyla Şaylemez bîranî û soza bilindkirina têkoşîna wan dan.

Her wiha li ser navê koma 8’an Elî Urek axivî û serkeftin ji hemû çalakvanên greva birçîbûnê re xwest.

Çalakgerên grevê yên koma 9’an berxwedana girtiyan silav kirin û bang li gelê Kurd kirin ku ji bo azadiya Rêber Ocalan rabin ser lingan.

Back to top button