Çalakiya greva birçîbûnê di roja 99. de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dane destpêkirin di roja 99’an de ye.
Her wiha çalakiyên Nobeta Edaletê jî bi biryardarî dewam dike.
Di çalakiyan de careke din banga azadiya Rêber Apo hate kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di roja 99’an de ye.

Çalakiya ku di 27’ê Mijdara 2023’an de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” destpêkirî bi biryardarî didome.

Di Nobeta Edaletê de peyama ’em bi Rêber Apo re ne’ hate dayîn

Hemwextî vê çalakiyên Nobeta Edaletê ku li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê destpêkiriye jî didome.

Îro careke din li Îzmîr, Amed, Stenbol, Êlih û Mêrdînê peyama bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Xizmên girtiyan îro careke din di nobetê de banga azadiya Rêber Apo kirin.

Li Îzmîrê nameya girtiyên ku ketine greva birçîbûnê şandibûn, hate xwendin.

Piştî xwendina nameyê çalakgeran berxwedana girtiyan silav kirin û diyar kirin ku heta daxwazên girtiyan bicîn neyê ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Li Amedê jî gelek kesan serdana çalakgeran kirin û gotin:

“Nobeta dayikan a ji bo rakirina tecrîdê û bi dawîkirina zextan daye destpêkirin pîroz e. Ev gel bi wan re ye.”

Her wiha li Stenbolê jî çalakgeran banga piştevaniyê bi çalakiya girtiyan re kirin.

Ji rêveberê DEM Partiyê yê Stenbolê Fîkret Karayel di nobetê de axivî û got:

“Tecrîd ne tenê ser Rêberê gelê kurd tê meşandin, li ser herkesî tê meşandin.

Gelê kurd duh jî xwedî li Rêberê xwe derket, îro jî xwedîderketina xwe didomîne.

Divê hemû gelên li Tirkiyeyê û saziyên sivîl piştgiriyê bidin têkoşîna kurdan a rewa û mafdar.”

Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 98. de ye

Back to top button