Nûnerên Rêveberiya Xweser bi Rêxistina Piştgiriya Kurdistanê ya Norwêcê re civiyan.
Êriş û gefên Tirkiyê, hedefgirtina sivîlan û planên wê yên guhertina demografiya herêmê rojeva hevdîtinê bûn.
Peymana di navbera Fînlandiya, Siwêdê û Tirkiyê de jî ku li dijî gelê Kurd hatibû îmzekirin, bû mijara civînê.
Şandeya Norwecî nerazîbûna xwe li hemberî vê peymanê nîşan dan û piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser re teqez kir.
Hevseroka rêxistinê Stena Berents ya Siwêdî jî anî ziman ku ew ji ber peymanê şerm dike û got:
Em hewl didin fişarê li hikumeta Siwêdê bikin da ku li ser hesabê kurdan û doza wan tawîzan nede Tirkiyê.
Hevseroka şandeyê destnîşan kir ku ew ê di çarçoveya piştgiriya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî de, karê xwe dewam bikin.