Arjantîn-Li dijî bernameya ultra-lîberal a serokê nû pêla grevan

Li dijî bernameya reforma ultra-lîberal a Milei li seranserê Arjantînê pêla grevan bilind dibe.
Bernameya reformê li ber sererastkirina berfireh a aboriyê vedike û bandorê li hêza kirînê ya gelê Arjantînê dike.
Navenda sereke ya sendîkaya Arjantînê li dijî biryar û pêşnûmeyên serokê nû Javier Milei banga protestoyê li ber parlamentoyê kir.

Li Arjantînê di sala 40’emîn a demokrasiyê de cara yekem e ku serokek mehek û nîv piştî bû desthilatdar bi greva giştî re rû bi rû dimîne.

Sekreterê Giştî yê navenda sereke ya sendîkaya welêt CGT’ê Hector Daer ji bo protestokirina biryarnameyên yekem û pêşnûmeyên rêveberiya ultra-lîberal a serokê nû Javier Milei banga greva giştî kir.

Daer da zanîn ku di 24’ê Çileyê de pêşnûmeqanûnên “li dijî tevahiya civakê ne” û “hemû rayeyên giştî” ku tê îdiakirin ji bo serokê nû ye li Meclîsê bên lêkolînkirin, ew ê jî wê rojê li ber Parlamentoyê xwepêşandanê lidar bixin.

Daer bi taybetî bal kişand ser “Biryarnameya mecbûrî û lezgîn” ku di 20’ê Kanûnê de ji hêla hikûmetê ve hat eşkerekirin

Ev biryarname rê li ber sererastkirina berfireh a aboriyê vedike û weke “derqanûnî û derveyî Destûra Bingehîn” tê pênasekirin.

Têkildarî vê yekê Hector Dear got,

“Ev biryar êrîşî mafê kesane yên karkeran, mafên kolektîf, pergalek lênihêrîna tenduristî ya gerdûnî û hevgirtî û pirsgirêkên bêhejmar ên ku welatê me pêk tînin dike,”

Serokê nû yê weletê Javier Milei xwe wekî “anarko-kapîtalîst” yê ultra lîberal bi nav dike,

Lewra 10’ê Kanûnê ango roja ku hatiye desthilatê heta niha biyarnameyeke aboriyê ku tê de nêzî 300 rêgez weşand.

Ev biryarname ji aliyê teknîkî ve ji roja Înê ve di meriyetê de ye lê bi erêkirina parlamentoyê ve girêdayî ye.

Milei pêşnûmeqanûn û guhertinên berfireh ku bandorê li qada giştî û taybet dike, pêşkêşî Meclîsê kir.

Ji rêziknameyên bacê bigire heya qanûnên hilbijartinê, hesabên teqawidiya roja xebatê, kontrolkirina xwepêşandanan û cezayan tê de hene.

Tedbîrên teserûfê yên ku di rojên destpêkê yên rêveberiya Milei de hatin ragihandin bi giranî bandorê li hêza kirînê ya gelê Arjantînê dike.

Back to top button