Nifûsa Cîhanê zêde dibe

Hejmara mirovan ya li Cîhanê her diçe zêde dibe.
Li gorî daneyan sala 2023’an de nifûsa cîhanê 66 mîlyon zêde bû.
Bi vî awayî hejmara mirovan ya li cîhanê 8 mîlyar û 74 mîlyonî derbas kir.

Li aliyekî xizanî, li aliyekî şer, li aliyekî koçberî, li aliyekî ne wekhevî û bê edaletî û hwd.

Lê tevî van jî nifûsa cîhanê ango hejmara mirovan roj bi roj zêde dibe. Li gorî daneyan rojane zêdeyî 200 hezar zarok tên dinê.

Derbarê zêdebûna hejmara mirovan de Weqfa Nifûsê ya Cîhanê (DSW) daxuniyek da.

Nifûsa Cîhanê gihişt 8 mîlyar û 74 mîlyon

Li gorî daxuyaniyê di sala 2023’an de 66 mîlyon kes li nifûsa cîhanê zêde buye.

Hate diyar kirin bi ketin sala 2024’an re hejmara mirovên li ser ruyê erdê gihişte 8 mîlyar û 74 mîlyon.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî herî zêde di navbera salên 1965 û 1970 de hejmara mirovan ya li ser ruyê erdê zêde buye.

Li Efrîqa hejmara mirovan sala 2080 wê du qat zêde bibe

Li gorî DSW ji bo leza zêdebûna nifûsa cîhanê kêm bibe ev jî girêdayî kêm zarok welidandinê ye û tê gotin li Efrîqayê meyleke li dijî vê heye.

Li gorî Weqfê tê payîn ku wê nifûsa Efrîqayê heta sala 2080 li gorî roja îro wê du qat zêde bibe û bighêje 2,5 mîlyarî.

Li gorî Weqfê sedema zêdebûna mirovan ya li vê parzemînê jî, kêm perwerdeya zayendî, ne wekheviya zayendî ya civakî û hwd, ne.

Her wiha Weqfa Nifûsê ya Cîhanê diyar dike kengî û çend zarokan wê biwelidînin divê jin biryara vê bidin.

Back to top button