Koreya Bakur: Şerê çekdarî ji ber Amerîkayê dibe rastî

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un di îxtîmala hilbijartina şerekî çekdarî de ferman da hêzên xwe ku ji bo têkibirina DYA û Koreya Başûr rêbazên herî bihêz bi kar bînin.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un di civîna Partiya Karker de ku bi fermandar û payebilindan re de axivî, got:

Xeteriya şerekî çekdarî li nîvgirava Koreyê ji ber manevrayên dijminan dibe rastî.

Kim Jong Un ferman da: Ji bo têkbirina dijminan hemû rêbazan bi kar bînin

Kim ferman da ku rêyên herî bihêz werin seferberkirin ji bo têkbirina DYE û Koreya Başûr eger ew şerê leşkerî hilbijêrin.

Civîna Partiya Karker a pênc-rojî, ku roja Şemiyê bi dawî bû, soza zêdekirina cebilxaneya nukleerî, çêkirina dronên leşkerî û destpêkirina sê peykên sîxuriyê yên nû di sala 2024 de hate dayîn.

DYA ku sala borî tetbîqatên xwe yên bi Koreya Başûr re zêde kir, malzemeyên leşkerî yên stratejîk, di nav de keştiyên fuzeyên nukleerî, keştiyên balafiran û bombeyên mezin, li herêmê bi cih kir.

Back to top button