Ji Fermadarên Bîryargeha Navenda Parastina Gel Amed Milazgir derbarê êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê de diyar kir gerîla li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî nîşan dide û anî ziman heta ku hêza mêtinger ji xaka pîroz a Zagrosê derxînin ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.
Amed Milazgir bang li gel û ciwanên Kurd kir ku li dijî zilma dewleta Tirk têbikoşin û piştgiriyê bidin berxdwedana gerîla.
Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Milazgir bi cîhaza ragihandinê ji hêzên gerîla re axivî.
Milazgir berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk a dagirker silav kir û diyar kir dewleta Tirk PKK’ê weke hêcet nîşan dide û dixwaze temamiya başûrê Kurdistanê dagir bike.
Milazgir diyar kir ku 12 rojin gerîla berxwedaneke dîrokî li dijî êrîşan li Zap, Metîna û Avaşînê nîşan dide û wiha got,
“Hevalên di pêngavên Şoreşer yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de ne gav bi gav li Zagrosan dijmin dişopînin û mîna baz xwe berdidin nava wan.
Hevalên me li dijî dijmin bi lehengî li ber xw didin û nîşan didin ku wê rê nedin dijmin.”
Fermandar Amed Milazgir diyar kir berdêla wê çi be jî gerîla wê dijmin têk bibe û anî ziman heta ku hêza mêtinger ji xaka pîroz a Zagrosê derxînin ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.
Fermandar Amed Milazgir di dawiyê de bang li gel û ciwanên Kurd kir li dijî zilma dewleta Tirk têbikoşin û xwedî li pêngavên şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê derkevin.