WHO: Navneda nû ya Coronayê parzemîna başûrê Amarîka ye

Vîrûsa Corona weke bahozekê welatên cihanê nav hev xistiye. Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê ragihand ku navenda nû ya vîrûsê parzemîna başûr ya Amerîka ye.

Cihana ku heta niha nekariye derziya li dijî vîrûsê peyda bike, vê carê berê xwe zivirand û daye perestgehên Olî. Serokê DYA Donald Turmp fermana vekirina dergehên perestgehan da û got, pêwistiya me bi duayan heye. Fransa jî deriyê cihên olî vekir.

Vîrûsa Corona ku heta niha pêşî lê ne hatiye girtin, jiyan di her alî de bandor kiriye.

Vîrûsa ku bi lez belav dibe, heta niha derbasî zêdeyî 5 Milyon û 330 hezarî bûye û ji van jî nêzî 350 hezar kes mirine.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (WHO) ragihand ku navenda nû ya vîrûsê Brezîlyaye.

Ji rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê Mike Ryan diyar kir ku di nava welatên cihanê de, yek ji welatên herî zêde berdêla giran ya vîrûsê dayî Brezilya ye.

Brezîlya piştî DYA û Rûsiya welatê sêyemîne ku herî zêde berdêl ji vîrûsê dayî.

Heta niha li Berazîlya 73 hezar û 739 kes bi vîrûsê ketine û 5 hezar û 558 jî mirine.

Li welêt bi sedan gorên komî hatine amadekirin.

Zanîngeha Oxford jî ji bo dîtina derziya li dijî vîrûsê xebatên xwe zêde kiriye.

Kirketa AstraZeneca ya ku derziya li dijî vîrûsê diceribînin ragihand ku ew derbasî qonaxa duyemnîn bûne.

Trump: Deriyên perestgehan vekin

Piştî hêviya Serokê DYA Donald Trump ya ji tenduristiyê neman, careke din banga vekirina cihên îbatedetê kir.

Trump bang li waliyên Eyaletan kir ku dergehên cihên îbadetê vekirn ku ger venekin ewê erkên xwe bikar bêne.

Trump got, deriyên perestgehan vekirn ji ber ku pêwistiya me pir bi duayan heye.

Fransa biryara vekirina deriyên perestgehan da

Fransa jî di çarçoveya sistkirina tedbîrên li dijî vîrûsê de, biryar da ku dergehên hemû cihên perestgehan were vekirin.

Ev yek bi daxuyaniyekê ji aliyê Wezareta Hindirîn ya Fransayê ve hate ragihandin.

Back to top button