Hêzên hikumeta Şamê êrîşên dijwar li dijî çeteyên li Idlibê pêk anîn

Li başûrê Idlibê bi armanca bidestxistina nuqteyên wan, hêzên hikumeta Şamê êrîşên dijwar birin ser deverên çeteyên dewleta Tirk a dagirker. Li gel êrîşan li heman herêmê topbaraneke dijwar ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve pêk hat.

Hat ragihand ku kuştî û birîndarên herdu aliyan hene. Li aliyekî din, derbarê çareserkirina aloziya Sûrî de, YE ragihand ku Kongreya çaremîn a navdewletî derbarê Sûriyê de wê dwaiya Hezêranyê bê lidarxistin.

Li Idlib û herêmên bi navê ”Kêmşer” li gel hebûna agirbesta Putin-Erdogan, şerê dijwar bê navber dewam dike.

Herî dawî Hêzên hikumeta Şamê êrîşeke berfireh li dijî nuqteyên çeteyên dewleta Tirk ên li başûrê Idlibê pêk anî.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragfihand ku îro şerekî dijwar di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li eniyên Kefer Nibul û Bara yên bejahiyên başûrê Idlibê rû da.

Hêzên hikumetê Kefer Nibul û Bara yên Idlibê topbaran kirin

Hêzên hikumetê hewl da ku nuqteyên çeteyan kontrol bikin.

Li gel wê jî topbaranên dijwar pêk hatin û ji herdu aliyan kuştî çêbûn.

Ji dema agirbestê, Tirkiyê 3 hezar û 400 maşîneyên leşkerî şandine Idlibê

Hemwextî şerê navborî, Çavdêriya Sûrî destnîşan kir ku dewleta Tirk 20 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê Kirin.

Bi vê yekê re ji destpêka agirbesta navborî, dewleta Tirk 3 hezar û 400 maşîne û bi hezaran leşker şandine Idlibê.

YE: 30’ê Hezîranê kongreya 4. a navdewletî tê lidarxistin

Bi dwamiya şerê li Idlibê re, hewldanên çareserkirina aloziya Sûrî jî dewam dikin.

Di vê derbarê de YE ragihand ku ew ê di 30’ê Hezîranê de ji bo Sûriyê bicivin.

Berdevkê siyaseta derve ya YE`yê Peter Stano diyar kir ku dê kongreyek der barê destekdayîna pêşeroja Sûriyê û herêmê de bi rêya vîdeokonferansê were lidarxisin.

Peter Stano ji rojnameya Şerq El-Ewsat destnîşan kir ku di civîna herî dawî ya YE derbarê Sûriyê de nêrînek li ser amadekariyên lidarxistina kongreya 4`emîn a der barê pêşeroja Sûriyê û herêmê de hat eşkere kirin

YE: Armanca kongreyê destekdayîna bi koçberan re ye

Berdevkê siyaseta derve ya YE`yê Peter Stano derbarê armanca civînê de jî wiha got:

Armanc ji civînê nîqaşkirina zêdetir a destekdayîna ji koçber, dewletên cîran û ji bo nîqaşkirina peydakirina çareseriyeke siyasî ya dawîkirina şer e.

Di Îlona borî de YE`yê raporek li ser pêşketinên derbarê sozên aliyên ku tev li kongreya 3`yemîn a Brukselê bûbûn, belav kiribû.

Back to top button