EW KESÊ KU DIXWAZE BI DEK Û DOLABAN VEGERE ŞENGALÊ WÊ BI SER NEKEVE

Ev demeke PDK’ê hewl dide careke din qaymeqamê xwe yê ber vegerîne Şengalê, lê ev hewldan rastî nerazîbûnên xelkê Şengalê tê.

Endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Qasim Xelef diyar kir ku ew kesê, bi darê zorê îmzeyan kom dike ji bo vegere şengalê wê bi ser nekeve û ji aliyê xelkê Şengalê wê neyê qebûlkirin.

Endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Parêzer Qasim Xelef, derbarê hewldanên vegerandin qaymeqamê berê yê Şengalê û komkirina îmzeyan a bi darê zorê axivî.

Qasim Xelef destnîşan kir ku hin hêzên ku ji îradeya gelê Şengalê ditirsin bi darê zorê îmzeyan kom dikin da ku îdareya berê vegerînin Şengalê, lê ev lîstik bi ser nakevin.

Xelef diyar kir ku ev çar salin di ser fermana 2014’an a gelê Şengalê re derbas bû, bi sedan keç û dayîkên me ketin destê çeteyên DAIŞ’ê, hîn hestiyên şehîdên me li derve ne.

Qasim Xelef diyar kir ku em Îdareya kevin ya ku girêdayî hin cihên siyasî, û li gorî brjewendiyên xwe yên şexsî kar dikin li Şengalê naxwazin.

Vê rêveberiyê gelê me bi fermanan re rû bi rû hiştiye,li ceme naye qebûlkirin.

Endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Parêzer Qasim Xelef di dawiya axavtina xwe de ev bang kir.

Em bang li gelê xwe yê li başûrê Kurdistanê dikin ku êdî nekevin bin bandora van aliyên siyasî yên pilanan li ser gelê me pêk tînin.

Em bang li Meclîsa Rûhanî ya Êzdiyan dikin ku ji bin bandora aliyên siyasî derkevin û destek bidin gel.

Her wih daxwaz ji aliyên siyasî bikin ku rêya gel negirin û îradeya gel nas bikin.

Leave a Reply

Back to top button