“Başûrê Kurdistanê di vê rewşê de nikare têkoşîna netewî rake ser piyan”

Çavdêrê Siyasî Kawe Bêsaranî têkîldarî avabûna yekîtiya kurdî û girîngiya wê axivî û diyar kir ku divê Kurd ji sed salên borî tecrûbe wergirin û yekgirtina xwe ya netewî ava bikin. Her weha Kawa Bêsaranî diyar kir ku serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinê li Tirkiyê de serkeftina doza Kurd e.

Çavdêrê Siyasî Kawe Bêsaranî têkîldrî pêşketina yekîtiya Netewî û girîngiya wê ji bo pêşeroja Kurdistanê ji Rojnews re axivî.

Bêsaranî li ser girîngiya avabûna Yekîtiya Netewî îşaret bi rewşa Başûrê kurdistanê kir û got: “Başûrê Krudistanê bi salane serbixwe ye, lê bi ser du beşan de parçe bûye.

Beşek jê çîna serdeste ku noqî nava diziyê bûne.

Beşek din jî heye, rojane di nava şerê mayîna jiyanê de ne.

Di rewşek bi vî awayî de, wê nikaribin gel ji bo têkoşînek mezin û netewî rakin ser lingan.

Bêsaranî da zanîn ku divê Kurd bi gotin û pesnên welatên ku du parçe çek didin Kurdan neyên xapandin û wiha domand:

Bêsaranî: Divê ji bo welatên din xwîna Kurdan neyê rijandin

“Pirsgirêka Kurd beşek giring ji mijarên siyasî yên herêmî û cîhanî ye.

Divê Kurd ji sed salên borî tecrûbe wergirin û yekgirtina xwe ya netewî avabikin.

Bila rê neyê dayîn carek din xwîna Kurdan ji bo berjewendiyên welatên din were rijandin û bikaranîn.

Bêsaranî: Serketina HDP’ê bidestxistina mafê Kurdan e

Derbarê giringiya serkeftina HDP’ê û Kurdan a di hilbijartinên li Tirkiye de jî, Çavdêrê Siyasî Kawe Bêsaranî got: “Serkeftina HDP’ê wê bibe sedema bidestxistina mafên Kurdan.”

Back to top button