Li Mexmûrê êrişa li dijî Firyal Xalid hat şermezar kirin

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê êrişa li Kerkûkê ya li dijî jina siyasetmedar û çalakvan Firyal Silêman Xalid bi tundî hate şermezarkirin.

Jina Kurd ya siyasetmedar Firyal Silêman Xalid duh li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê di encama êrişeke terorî de hate şehîdkirin.

Têkildarî vê reşkûjiyê li Wargeha Mexmûrê daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniya ku ji hêla Bêrîvan Kaya ve hatî xwendin wiha hat gotin:

“Wek tê zanîn dewleta Tirk û hevkarê xwe dîsa li ser kar bû,

Armanca wan dîsa di kesayeta heval Zelal de hedekirina hemû jinên têkoşer û xistina jinên têkoşer bû.”

Hat diyakirin, îradeya ku di kesayeta heval Zelal de derketî wê xurtir bibe û wê zêdetir jin li ber xwe bide.

“DIVÊ DEWLETA IRAQÊ VÊ REŞKUJIYÊ ZELAL BIKE”

Dawiyê, ji bo eşkerekirin û nîşandana helwesteke cidî li dijî van êrişên terorî ev bang hat kirin:

“Bi taybet ji bo dewleta Iraqê divê vê reşkujiyê zelal bike.

Divê helwestek tund li hemberî dewleta Tirk bê-nîşandan.”

Back to top button