Endamê PEN’a Kurd û rêveberê Komeleya Wêjevanên Kurd Nivîskar Nezîr Çakan, di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hate girtin.
Endamê PEN’a Kurd û rêveberê Komeleya Wêjevanên Kurd Nivîskar Nezîr Çakan ê ku di çarçoveya lêpirsîna Kobanê ya ji aliyê Dozgeriya Komarî ya Enqereyê ve hatî destpêkirin de, 12’ê Mijdarê li Erxenî ya Amedê hatî destgîrkirin û şandîn Enqereyê, roja 16’ê Mijdarê bi derketina li Dadgeha Cezayê Silha 5’an hate girtin.
Hate zanîn ku Çakan birine Girtîgeha bi hejmara 3’an a Sincana Enqereyê.