Îngilistan bi hinceta gefên Rûsya û Çînê wê serikê mûşekên nûkleerî zêde bike

Îngilistan li dijî gefên Çîn û Rûsya ku ji bo xwe metirsîdar dibîne, wê serikê mûşekên nûkleerî zêde bike.

Îngilistan di warê parastin, ewlekarî û polîtîkaya derve de wê sererastkirineke berfireh bide despêkirin.

Di vê çarçoveyê de, wê ji sedî 50 serikê mûşekên nûkleerî zêde bike.

Hikumeta Londra ji 180 serikên nûkleerî dixwaze rêjeyê zêde bike û bigihîne 260’î.

Tê payîn vê plana xwe jî di nava rojên pêş de eşkere bike.

Rojnameyên The Guardian û The Sun jî ragihandin ku hikumet ev demeke dirêje li ser mijarê xebatan dike û heta li ser hurgiliyên wê jî agahî di çapemeniyê de derketibû.

Tê gotin li ser mijarê hikumeta Londra di nava demên dawiyê de hîn zêdetir bi Pekîn û Moskova re li ser mijara sîxurî, êrîşên sîber û mafê mirovan xebatek dîplomatîk meşandiye.

Li gorî vê Îngilistan, Rûsyaya bi “gefeke çalak” û Çîn jî bi “bi şêwazekî hîn rêkûpêk pêşdikeve” pênase kir.

Back to top button