Koreya Bakûrî: Axaftinek me ya bi Amerîkayê re bê kirin tuneye

Di navbera Koreya Bakurî û DYA de careke din peyamên gefxwarinê despê kiriye.
Beriya serdana Wezîrê Karê Derve yê DYA Antony Blinken ya ji bo Koreya Başûrî, ji Pyonyangê bertek derket.

Xuşka lîderê Kureya Bakurî Kim Jong Un, Kim Yo Jong di axaftina xwe ya li gel ajansa welat KCNA gef li Waşîngtonê xwar û got:

Ger DYA dixwaze di nava 4 salên heyî de baş razê, divê ji gava xwe ya yekem a tevdana li herêmê vegere.

Kim Yo Jong li ser pirsa Koşka Spî ji bo danustandinan bi were ketiye têkliyê jî ev bersiv da:

Bi vê şêwazê heyî careke din axaftin ne pêkane.

Manewrayên şer û dijminahî nikare bi hevkariyê re pêk were.

Pyongyang ji ber tetbîqata leşkerî ya ku DYA bi Koreya Başûrî re pêk aniyî helwest nîşan dabû.

Pyongyang vê yekê weke parçeyeke planên dagirkirina welat pênase dike.

DYA û Koreya Başûrî jî vê yekê red dikin.

Di vê navberê de, tê payîn Blinken û Wezîrê parastinê Lloyd Austin piştî serdana xwe ya li Japonya berê xwe bidin Koreya Başûrî.

Back to top button