Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîlan de belav kir.
HPG’ê ragihand tevî ku hêzên gerîla biryar dan ku li gor banga KCK’ê çalakiyan rawestînin jî, lê artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve bênavber êriş dike.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Hêzên me yên gerîla di pozîsyona parastinê de ne û banga tevgera me di pratîkê de bi cih tînin.
Lê tevî vê yekê jî êrişên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.”
Agahiyên berfireh ên li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
“Li herêma Zapê 11’ê Sibatê nehiya Şêladizê ya Amediyê, bi helîkopteran hatin bombekirin.
Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan.
Di heman demê de nehiya Şêladizê ya Amediyê 27 caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.”



