Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurd Bextiyar Şêx Osman piştî tedawiya demdirêj ya ji nexweşiya penceşêrê, duh koça dawî kir.
Komîteya Peywendiyan ya KCK peyama serxaxiyê belav kir û ji malbata Bextiyar Şêx Osman re sersaxî xwest.
KCK’ê di peyama sersaxiyê de got:
“Her kesî ew bi helwesta wî ya netewî, azadîxwaz û demokrasîxwaziyê nas dikir.
Her dem li eniya pêş ya gelê xwe bû û Kurdistan diparast.
Hertim di nava çalakiyên girseyî yên li dijî dagirkerî û xiyanetê de amade û xwedî rol bû.
Kesayetê welatparêz birêz Bextiyar Osman, birayê şehîd Serdar û Rêbware ku bi destê rêjîma Baas û sîxurên wê hatî şehîdxistin e.
Em ê hertim xwedî li van nirxên giranbuha derbikevin û di têkoşîna xwe ya şoreşgerî de her tim bi rêzdarî bi bîr bînin.”