Duh jî wek her rojê êriş li ser herêmê hebûn .
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tewîa û Til Tewîl ên asûrî yên li rojavayê Til Temirê topbaran kirin.
Duh derengiya şevê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kirin.
Gundên Tewîla û Til Tewîl ên asûrî bûn hedefa êrişan .
Gundê Tewîla danê êvarî jî ji aliyê dagirkeran ve rastî êrişên dijwar hat.
Heman rojê dagirkeran gundên Dibis, Hoşan û Cidêda û rêya M4 yên li rojavayê navçeya Eyn Îsayê jî topbaran kirin .