Komxebata diyalogê ya navneteweyî derbarê dagirkeriya Tirk li Efrînê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Piştî rûniştina sêyem a derbarê rê û rêbazên sekinandina binpêkirin û sûcên ku li Efrînê dibin, beşdaran daxuyaniya dawî bi raya giştî re parve kir.
Beşdarên komxebatê di daxuyaniyê de ev daxwaz kirin:
- Destwerdana Tirkiyê ji Sûriyê serweriya welat bin pê dike ku ew jî li gorî NY sûc e.
- Bang li hikûmeta Sûriyê were kirin ku peymana Edena ku Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, were rakirin.
- Projeyên mêtingeriyê li hemû deverên Sûriyê û bi taybet li Efrînê werin rawestandin.
- Bidawîkirina dagirkeriya Tirk û koçberên Efrînê bi garantiya navdewletî vegerin warê xwe.
- Muzekeryek ji bo sekreterê giştî yê NY were pêşkêşkirin ku li gorî wê hikûmeta Tirkiyê were şermezarkirin.
- 8’ê were roja qirkirina Efrînê were naskirin.
- Komîteyeke xwecihî û navdewletî were sazkirin ku daxwaz û pêşniyarên komxebatê bişopînin.