Hevjiyana azad mijara roja dawîn a çalakiya Helebê bû

Çalakiya ku Kongra Star û Meclisa Jinan a PYD’ê bi 3 rojan li Helebê li dar xistibû, doh bi dawî bû.
Di çalakiyê de soza domandina têkoşînê li gor şerê gel ê şoreşgerî hat dayîn.

Di roja dawîn a çalakiyê de mijara hevjiyana azad ji aliyê endamê Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê endazyar Mihemed Hisên ve hat dayîn.

Hisên bal kişand ser wekhevî û edaleta di civakan de û girîngîdayîna rastiya jinan û wiha got:

“Têkoşîna ku tê de jin ne bingeh be nikare bigihîje rastiyê”

Piştre hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid diyar kir ku ji bo bidestxistina encaman pêwîst e rewşa jin û zilaman bê naskirin.

Endama Partiya Sûriya Pêşerojê Leman Şêxo jî destnîşan kir ku saziya zewacê piştî derketina modernîteya kapîtalîzmê ji saziyeke pîroz veguherî saziyeke koletiyê.

Di dawiya çalakiyê de daxuyanî li pêşiya hola Telêt Heleb hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û soza bilindkirina asta têkoşînê hat dayîn.

Li Dirbêsiyê çalakiya girava birçîbûnê di roja 2. de bi dawî bû

Back to top button