Fermandariya YPJ şoreşgera enternasyonal Elefterya Hambî bi bîr anî

Fermandariya Gişta ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê şoreşgera enternasyonalîst Elefterya Hambî ku 25’ê Mijdara 2019’an şehîd bûbû bi bîr anî û got:”Em ê girêdanbûna xwe ye bi şehîdan re bi serxistina têkoşînê re tacîdar bikin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê şoreşgera enternasyonalîst Eva Maria Steiger Staygir ‘Eltefrya Hambî’ bi daxuyanieyeke nivîskî bi bîr anî.

YPJ’ê destpêkê ji malbata hêja a hevrê Eltefrya û tevahî gelê Cîhanê ku xwedî li nirxên azadiyê derdikevin re sersaxî xwest û got:

”Şoreşa Jin a Rojava di tevahî Cîhanê de deng veda û ji jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdida re bû hêviya jiyaneke bi wate.

Pergala modernîteya kapîtalîst her çiqasî xwe weke vebijêrkekî daniya holê jî, lê lêgera jinan a heqîqetê di dîrokê de bê navber xwe domandiye.

YPJ’ê diyar kir ku şoreşgera Enternasyolîst Elefterya Hambî weke jineke Alman, li hemberî pergala ku jinê mahkûmê tune-bûnê dike, têkoşîneke bê hempa da meşandin û wiha anî ziman:

“Beriya ku beşdarî nava refên YPJ’ê bibe, li Almanyayê li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst li rêyeke têkoşînê geryaye.

Piştî destpêkirina şoreşa Rojava ku li her aliyê Cîhanê deng veda, Elefterya berê xwe da nava refên YPJ’ê.

YPJ’ê da zanîn ku hevrêya wan Elefterya bi kesayeta xwe ye wêrek di nava refên YPJ’ê de bû îfadeya gerdûnîbûyîna bîrdoziya rizgariya jinê.

“Şoreşgera Enternasyolîst Elefterya Hambî lêgera xwe ye jiyana azad li erdnîgariya Kurdistanê bi wate kir.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê dawiyê ev tişt got:

“Ya ku hevrê Elefterya ber bi çiyayên azad ve bir, bîrdoziya Rêber Apo bû.

Em gelek şanaz in ku me bi şoreşgera enternasyonalîst Elefterya re hevaltî kir û em ê girêdanbûna xwe ye bi şehîdan re bi serxistina têkoşînê tacîdar bikin.

HPG’ê şehîd Elefterîa Hambî bi bîr anî

Back to top button