HPG’ê şehîd Elefterîa Hambî bi bîr anî

HPG’ê bi daxuyaniyekê şehîd Elefterîa Hambî bi rêzdarî bi bîr anî.
HPG’ê got, “Mîrateya têkoşînê ya ku hevrêya me Elefterîa li pey xwe hişt wê her tim rêya me ronî bike û teqez bi serketinê tacîdar bike.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta gerîla Elefterîa Hambî daxuyanî da.

HPG’ê da zanîn ku Enternasyonalîstên mîna hevrê Elefterîa, bi tevlîbûna xwe têkoşîna azadiyê ya gelan mezin kirin û wiha got:

“Ji Ewropayê bi rê ket û ji bo şikandina sîstema mêtingeriya bêdawî ya hegemona navneteweyî û netew dewletên kapîtalîst a li ser gelên Rojhilata Navîn, bi roleke mezin rabû.

Weke hevrêyên wê em xwe bi şens dibînin ji ber ku li gel jineke esîl a bi ruhê azad û şoreşgereke enternasyonalîst a hêja ya bi vî rengî têkoşîna azadiyê meşand.”

HPG’ê desnîşan kir ku hevrê Elefteriya gihandina çiyayên Kurdistanê, jiyana gerîla û têkoşîn ji xwe re kiribû armanca sereke û wiha domand:

“Piştî têkoşîna xwe ya bi serketî ya li Rojava di sala 2018’an de tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.

Hevrêya me ya ku ji hevaltiya xurt û têkiliyên jiyanê yên PKK’ê pir bandor dibû, bê navber çavdêriyên xwe dikir û bêyî dudilî tevlî meşa azadiya Rêber Apo bû.

Hevrêya me Elefterîa ku dilê wê ji bo azadiya tevahiya mirovahiyê lê dida, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bi fedaî têkoşiya.”

Hevrê Eleftarîa digot

‘Ev şer ne tenê şerê Kurdan e, şerê her kesê ku ji aliyê pergalê ve hatiye çewisandin e, bi taybetî jî şerê jinan e.

Heta her kes azad nebe, wê tu kes azad nebe.’ ”

HPG’ê dawiya daxuyaiya xwe got:

“Hevrêya me Elefterîa 25’ê Mijdara 2019’an li herêma Sêdare ya Garê şehîd ket.

Mîrateya têkoşînê ya ku hevrê Eleftterîa li pey xwe hiştiye, wê her dem pêşiya me ronî bike û ew ê bi serfiraziyê were tacîdarkirin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Elefterîa Hambî
Nav paşnav: Eva Marîa Steîger
Cihê jidayikbûnê: Elmanya
Dayik: Corînna
Bav:Hans Mîchael
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Mijdara 2019 / Garê

Back to top button