YPJ’ê piştgirî da kampanya ji bo jinên Şengal û Efgan

Fermandariya Giştî a YPJ’ê bi daxuyaniyekê destek da kampaniya ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efgan û diyar kir ku li dijî êrişên mêrê desthilatdar, ew li rex jinên Efgan û Şengalê ne û wê têkoşînê heta serkeftinê mezin bikin.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê bi daxuyaniyeke piştgirî da kampanya ji bo jinên Şengal û Efgan.

YPJ’ê diyar kir ku ew di serî de jin û zarok tevahî gelê xwe yê êzidî û gelê Efgan yên di komkujiyê de hatin kuştin bi rêzdarî bi bîr tînin û got:

Li Efganistanê di bin navê dîn û baweriyê de bi hezaran jin ji tevahî qadên jiyanê hatin dûrxistin.

Bi heman ferasetê li Şengalê mirovahiyê şahidî ji komkujiyeke herî hovane û xedar re kir.

Di sedsala 21’an de li ber çavê tevahî cîhanê bi awayekî zanebûn û bi hovîtiyeke mezin jin rastî kuştin, revandin û destdirêjiyê hatin. Di bazarên koletiyê de hatin firotin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, ruxmî van tevahî kiryarên hovane û qirker, jinên Efgan û êzidî xwe mehkûmê jiyana koletiyê nekirin û dengê xwe gihandin tevahî cîhanê.

Wek Yekîneyên Parastina Jin em ê bi awayekî şênber gavên der barê bilindkirina tekoşîna jinan de bi pêş bixin. Li ser vê bingehê;

Li hemberî feraseta zilamê desthiladar em ê pergala xwe ya parastina cewherî, hem di warê bîrdoziya rizgariya jinan de, hem jî di xeta parastina rewa de bilind bikin.

Çawa ku me ezmûn û daneheva xwe ya şer û xweparastinê bi jinên şengalî re parve kir, em amade ne ku heman tecrubeyên xwe bi jinên Efgan re jî parve bikin.

Ji bo avakirina pergaleke parastina jinan a cîhanî, wek YPJ em amade ne bi erkên xwe yên dîrokî rabin.

Back to top button