Rêxistinên jinan li dijî qirkirina jinên Şengal û Afganistanê pêngavek ragihandin

Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyeke li dijî polîtîkayên qirkirinê yên Jinên Şengal û Afxanistanê pêngaveke dan destpêkirin. Jinan diyar kirin ku ew ê li dijî qirkirina jinan jiyanê biafirînin.

Bi armanca piştgiriya kampanya KJK’ê ya ji bo jinên Şengal û Afganistanê ku dê 3-15’ê Tebaxê bide destpêkirin, rêxistin û saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêngaveke dan destpêkirin.

Pêngav bi duruşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê diafirînin” hate destpêkirin

Daxuyanî li Qamişlo li ber saziya çand û hûnerê ya Mihemed Şêxo hate ragihandin.

Jinan di daxuyaniyê de balkişandin li ser nêzbûna komkujiya Şengalê ku 3’ê Tebaxê pêkhat û got:

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de komkujiyeke mezin li dijî jin, zarokan û bi giştî li dijî Şengalê pêk anî û di asta yekemîn de komkujiyeke mezin li dijî jinan pêk anî.

Di encama vê komkujiyê de bi hezaran jin hatin kuştin, hîn çarenûsa hezaran jin u zarok nediyar e.

Her wiha hate gotin, Talîban jî di heman mehê de derbasî Efxanistanê bû û di serî de êrîşî jin û nasname wê kir.

Ev êrişa Talîban a li hember jinê hîn jî didome.

Jinan diyar kirin ku ji ber ev her du bûyer bi hev re rûdane em weke komeke bi navê Şoreşa Jinê piştgirî bidin her du aliyên ku di asta yekem de rastî êrîşan hatin û ev yek pir bi êş bû.”

Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyan wiha ye:

  • Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê çalakî bên lidarxistin.
  • 2’ê Tebaxê dê li tevahî qadên jinan mûm werin pêxistin.
  • 7’ê Tebaxê wê bi navê rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê forumeke were lidarxistin.
  • 10’ê Tebaxê dê çalakiyek şermezarkirinê werin lidarxistin.
  • Li parkên giştî wê sînevîzyon li ser Şengalê werin pêşandan.

Back to top button