Tugba Hezer: Jinan bi ‘Jin Jiyan Azadî’ Peymana Lozanê carek din mehkûm kir

Siyasetmedar Tugba Hezer ku tevlî li Konferansa KNK’ê ya Lozanê bû, da zanîn ku di konferansa Lozanê de nûneriya jinê hebû û jinan bi ‘jin jiyan azadî’ Peymana Lozanê carek din mehkûm kiriye.

Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Lozanê yê Swîsra roja 22 û 23’yê Tebaxê bi dirûşmeya “Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de helwesta gelên Kurdistanê” konferansek girîng hat lidarxistin.

Siyasetmedar Tugba Hezer a tevli konferansê bû der barê konferansê de nirxandin kir.

Tugbayê daxuyakirin ku di salvegera Peymana Lozanê de tevî kêmasiyên nûneriyên çar parçeyên Kurdistanê, sazî, partî, rêxistin û kes hebûn û got:

Nûneriyek mezin a jinê di konferansê de hebû.

Ya ku peyman mehkûm kir dirûşma ‘jin jiyan azadî’ bû.

Lozan yekem car di şexsê jin û Kurdan de hat mehkûmkirin.

“Hewcedariya Kurdan, gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn bi rakirina tecrîdê heye”

Tugbayê bal kişand ser sernavên di konferansê de hatine nîqaşkirin û wiha domand:

Peymana Lozanê di encama parvekirina neteweyên emperyalist de pêk hat.

Ev sed sal in ne tenê Kurd, gelên din jî hatin înkarkirin.

Di konferansê de gelên Kurdsitanê hatin gel hev û her yekê li ser navê xwe axaftin kir.

Gelan xwest bi nasnameyên xwe bijîn.

Siyasetmedar Tugba diyar kir ku nêzîkatiya ku wek ku Kurd tune ne, bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha dawî lê anî:

Kurd ev sed sal in bedelê bi canê xwe didin û dibêjin ’em hene li vir in’.

Di pêvajoyeke ku ji bo Kurdan nokteyeke girîng de ne, fikrên Abdullah Ocalan zêdetir girîng e.

Rêberê xwedî fikr û hêzek xurt ku gelan ligel hev dide jiyîn e, tê tecrîdkirin.

Ev tecrîdkirin jî tê hesabê Tirkiyê.

Hewcedariya rejîmê bi tecrîdê heye. Lê hewcedariya Kurdan, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî bi rakirina tecrîdê heye.”

Encamnameya Konferansa Lozanê hate eşkerekirin

Back to top button