Berdevka Komîteya Şilêr a herêma Efrîn-Şehba Bedîa Muslim derbarê xebatên navenda komîteya Şilêr a Şehbayê de axivî û got: “Armanca me ji vekirina navenda komîteya Şilêr li Şehbayê ew e ku parastina mafê zarokan di şeran de bikin û pêdivên wan dabîn bikin”.
Gelê li Sûriyê ji ber siyasetên dagirkeran bi alozî û şeran rû bi rû man.
Yên herî zêde bûn qurbaniya van siyasetan zarok bûn..
Herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk hatin dagirkirin jiyan lê dojehe.
Ji ber vê gel neçar dibe koçber bibe û ev yek jî bandorê li jiyana zarokan dike.
Komîteya Şilêr a Şehbayê ji bo parastina mafê zarokan hat avakirin, li dijî bandorên neyînî yê şer a li ser zarokan xebatên xwe didomîne.
Berdevka komîteya Şilêr a herêma Efrîn-Şehba Bedîa Mislim derbarê kar û xebatên Komîteya Şilêr de axivî.
Bedîa Muslim: Em ê mafê zarokatiyê di nava şer de biparêzin
Bedîa Muslim diyar kir ku Ev komîte tenê ji bo zarokan hatiye avakirin, bû salek kar û xebatên xwe li Şehbayê didin meşandin û wiha got:
Armanca me ji vekirina navenda komîteya Şilêr li Şehbayê ew e ku parastina mafê zarokan di şeran de bikin.
Koçberbûn gelek bandorên neynî li ser zarokên Efrînê bi taybet, kir.
Li seranserî şerê ku li Sûriyê qewimiye û bi taybet şerê li Efrînê qewimîn e, zarok in.
Bedîa daxwazê xwe yê ji bo başkirina rewşa zarokan anî ziman:
Daxwaza me jî ku projeya me yê parastina mafê zarokan bê berdewamkirin û girîngî jê re bê dayîn ji hêla rêxistinên mafê zarokan ên cîhanî ve.
Em bi xebatên xwe dixwazin zarok bi xewin û xeyalên xwe yên zaroktî re mezin bibin.
Di heman demê de di warê tendirustî jî em bi zarokan re dibin alîkar û piştgiriya wan dikin.
Bedîa Muslim di dawiya axaftinê xwe de bang li tevahî rêxistinên parastina mafê zarokan kir ku xwedî li rewşa zarokên Sûriyê bi taybet herêma Efrîn derkevin.



