“Talîban dê vegere cezayên bidarvekirin û jêkirina destan”

Tevgera Talîbanê her ku rûpoşê xwe yê rastîn eşkere dike..
Jin ji xwendinê, ji kar û derketinê bêpar kirin..
Mêr ji kurtkirina rih û por qedexe kirin..
Niha jî agahî derdikevin Talîban dê vegere cezayên jêkirina destan û bidarvekirinê..

Mele Nûridîn Turabî -yê ku berî niha wezîrekî dadmendiya “Wezareta bû anî ziman ku Talîban dê cardin destan jêke û bidarvekirinê bike..

Mele Nûridîn Turabî got dibe ku Talîban vê yekê eşkere pêk neyîne..

Nûridîn Turabî eşkere kir ku Talîbanê berê xelk li lîstgehan bi dar ve dikirin..

Her wiha destnîşan kir ku divê xelk ji rêveberên Talîbanê yên nû haydar bin..

Gotinên Turabî nîşan didin ku Talîban hê wekî berê radîkal û tundrew e..

Di çarçoveyê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blynken Talîban hişyar kir û got:

“Divê Talîban rêzê bide mafên jin û tevaya Efxanan..

Divê li ber derketina Efxan û biyanan astengan dernexe..

Her wiha divê tundrewên mîna El-Qaîdeyê nehewîne..”

Back to top button