Li Derayê rewşa ewlehiyê xirab e.
Li Derayê di şerê navbera komên çete û hêzên hikumeta Şamê de 3 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Li Derayê rojane di navbera komên çekdar yên herêmî û hêzên hikûmetê de alozî derdikeve.
Li bajarê Hara yê bakurê Derayê, komeke çekdar êrişî benda kontrolê ya yekemîn a hêzên hikumeta Şamê kir.
Di encamê de endamekî hikumeta Şamê hat kuştin û yek din birîndar bûn.
Li hemberî vê yekê, hêzên hikumeta Şamê kemînek ji çekdarên êrişkar re danîn.
Di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û yekî din bi giranî birîndar bû.
Çekdarên din ber bi cihekî ne diyar ve reviyan.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ji destpêka Çileya îsla ve, 161 bûyerên tevliheviya ewlehî rû dan.
Di encamê de 125 kes hatin kuştin.