YRA roja rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

Yekitiya Ragihandina Azad YRA bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand.

YRA di daxuyaniyê de salvegera 125’emîn a Roja Rojnamgeriya Kurdî pîroz kir û got:

“Wekî îro di sala 1898’an de Mîr Mîqdad Midhet Bedirxan yekem rojnameya kurdî bi navê “Kurdistan” li paytexta Misir Qahîreyê derxist.

Ev pêngav bû pêngaveke nû ji hemû gelê Kurdistanê re.”

Hat gotin ku rojnameya Kurdistan li seranserê welat rê li pêşiya hejmarek mezin a rojname û kovaran vekir.

YRA: Saziyên ragihandinê rê li ber dîrok û şaristaniya Kurdan vekir

Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin:

1995’an, yekem kenala TV ya kurdî “MED TV” dest bi weşanê kir.

Gelek saziyên ragihandinê rê li ber belavkirina çand, dîrok û şaristaniya Kurdan vekir û bi raya giştî ya cîhanê re pênasekirin.

Îro jî bi sedan sazî û dezgehên ragihandinê yên bi kurdî weşanê dikin hene.

YRA şehîdên çapemeniyê bibîranîn û şopdarên rastiyê silav kirin

Dawiyê, YRA şehîdên çapemeniya azad bibîranîn û ev roj li gelê Kurd û xebatkarên çapemeniyê, bi taybet li rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kirin.

Back to top button